Kurdish

1000 jinan ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kir

Aysel Tugluk di nava milyonan jinên ku li ser erdnîgariya şert û mercên jiyana wê pir zor e, ji dayik bûye. Di nava pirsgirêkên dijwar de mezin bûye. Aysel Tugluk ew jine ku rêya têkoşînê ya li dijî  desthilatê hilbijartiye. Di nav qada girseya muxalif û jinên kurd ên hatine wêdekirin û înkarkirin de cihê xwe diyar kir. Ji bo xwe jiyana dûrî erdnîgariyeke zor û zahmetî lê zêde ye hilnebijartiye. Jineke ku hertim di nava têkoşîna tevgera jinan û parazvanên mafên mirovan de cih girtiye. Bi kedek mezin û hezkirineke zêde xebat kiriye û tu carî xwe nedaye paş. 

Li Tirkiyeyê parazvana têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Jineke  hikûqnas û siyasetmedar e. Ew parçeyeke bi qîmet a têkoşîna jinan a ku bi hesta têkoşîna hevrêtiya kûr girêdayî ye. 

Aysel Tugluk dema parlamenterî dikir, ji ber fikrên xwe û axaftinên di çarçoveya azadiya îfadeyê de kiribû hat darizandin. Ji wê demê heta niha bi salan e di zindanê de ye. Bi mehan e ku nûner û rêveberên saziyên tenduristiyê diyar kirine ku Tugluk nikare li girtîgehê bijî. Lê ji ber rapora Saziya Tipa Edli ya Stenbolê Tugluk hêj girtî ye. Tugluk di şertên girtîgehê de nikare bê dermankirin û tenduristiya wê di girtîgehê de baş nabe. Ji ber vê yekê nexweşiya wê her ku diçe girantir dibe.  

Aysel hevrê û xwişka jinan ye… 

Em nikarin li rewşa Aysel ya niha têde temaşe bikin. Em nikarin bi vê temaşekirinê jiyana Aysel bêtir têxin xetereyê. 

Em 1000 jinên ku li her qadê dijîn û têdikoşin, bang li her kesî dikin ku ji bo Aysel dengê xwe bilind bikin û deng bidin dengê me. Em naxwazin ji bo Ayselê dereng bimînin. Em naxwazin hêsirên çavan bibarînin. 

Îro li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Bi sadan girtiyên nexweş hene û nayên berdan. Tenê meha borî heft girtiyan li girtîgehan jiyana  xwe ji dest da. Li gorî peyman û rêziknameyên neteweyî û navneteweyî divê girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Mafê her kesî heye ku li mala xwe û li cem hezkiriyên xwe bijîn û bêne dermankirin. Em li mafê jiyanê xwedî derdikevin. 

Bêyî ku em ji bo her tiştî dereng bimînin; ji bo Aysel Tugluk û di şexsê wê de ji bo hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin. 

Sign